Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Xaça Sor ya Navdewletî civiya û derbarê naveroka civînê de li ser pêgeha xwe wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 13ê Mijdarê di civînekê de li gel Cîgirê Serokê Xaça Sor ya Navdewletî Joel Carboni, jiber çalakiyên wan yên îsanî yên ku li cîhan û herêma Kurdistanê de kirine, me spasiya wan kir û tekez li ser berdewamiya hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel saziya han kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Xaça Sor ya Navdewletî Joel Carboni jî jiber hemahengî û karasaniyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo vê saziyê spasiha hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ragihand ku bi hevkarî û hemahengiya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê navendeke perwerde kirina sirûştî bo hevkarî kirina xudan pêdiviyên taybetî li Hewlêrê tê vekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin