Li çar şaredariyên HDPyê qeyûm hatine wezîfedarkirin

du ji wan ser bi Amedê ne
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya zextên li dijî HDPê de, prosesa wezîfedar kirina Qeyûman di şûna Hevşaredarên, şaredariyên destê HDPê de didome.

Di çarçoveya vê prosesa han de piştî ji kar avêtina Hevşaredarên HDPê, bi biryara wezareta navxwe ya Tirkiyeyê bo çar şaredariyên din yên HDPê Qeyûm hate wezîfedarkirin.

Ev çar şaredarî ewin: Yejnîşehîr, Hezro (li Amedê), Hezex (li Şirnexê) û AKpazarê ( li Dêrsim).

Weke tê zanîn piştî hilbijarinên şaredariyan li Tirkiyeyê hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta hevkarî kirina terorê, Hevşaredarên HDPeyî yên li bajarên Kurdan digire, ji kar davêje û Qeyûm di şûna wan de wezîfedar dike.

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.