Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan pêdiviya xwe bi hêzeke yekgirtî ya nîştimanî heye

dibêje lazime pêşmerge qebûl neke hêza aliyeke siyasî be
کوردستان TV
100%

Îro li Zaxoyê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ahengek bo bi dawî hatina xola perwerdehî ya akademiya leşkerî ya Zaxoyê hate sazkirin.

Di merasîma han de yaku bi minasebeta bi dawî hatina 26mîn xola perwerdehiya leşkerî hatibû organîzekirin, Serokê herêma Kurdistanê peyamek pêşkêş kir.

Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku kêfxweşe di merasima mezûn bûna Efserên pêşmerge de beşdare û pîrozbayî li Efseran kir û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî rayedarên akademiya leşkerî ya Zaxoyê kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku geşe pêdan û girîngî pêdan bi karînên însanî fakterên serekî yên pêşkeftinê ne, Efser navendên girîng yên planên leşkerî û birêvebirina hêzên leşkerî ne, jiber  vê çendê bihêzkirina karînên Efseran mezintirîn destkefte di warê leşkerî de. Jiber ku sermayeye însanî ji tevahiya sermayeyên din girîngtir û bi nirxtire.

Barzanî eşkere kir ku zanistên leşkerî weke her beşeke din yên zanistê xudan paşxan û bingehên xwe yê zanistiye, hevdem li gel pêşkeftinên warê teknolojîkî û amûrên cengî, zanista leşkerî jî bi berdewamî di pêşkeftin û  nû bûnê deye, jiber vê yekê perwerde kirina berdewam ya Efseran gelek girînge.

Perwerde kirin li ser bingehên nîştimanperwerî, mirov dostî û berpirsiyartî kirin, dibe sedema pêgehandina mirovên xudan îrade, cengaverên leheng û berevankarê xudan îrade.

Barzanî eşkere kir ku pêşmerge û tevahiya hêzên çekdar yên Kurdistanê xudan moralin û li seraserê cîhanê weke sembola jêhatîbûnê tên nasîn.

Tune kirina DIŞIê şanaziyeke mezine bo hêzên pêşmerge û Kurdistanê û hêzên pêşmerge jî bo Kurdistaniyan cêyê şanaziyê ne.

Serokê herêmê herwiha anî ziman ku Kurdistan pêdiviya xwe bi hêzên yekgirtî yên nîştimanî bo berevanî kirin ji gel û welat heye, lazime pêşmerge ji alozî û nakokiyên navxweyî bi dûr be û hêza parastina gel, welat û destkeftan be û lazime pêşmerge qebûl neke ku hêza partiyeke siyasî be.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.