Muqteda Sedir hişyariyek tund da Amerîkayê

dibêje em rê nadin ku hilbijartin bi çavdêriya Amerîkayê were kirin
کوردستان TV
100%

Rêberê Tevgera Serdir, Muqteda Sedir ragihand, ew rê nadin ku Amerîka siwarî pêlên nerazîtiyên Iraqê bibe û Îraqê bike weke Sûriyey.

Sedir di twîttekê de nivîsriye, careke din hate selmandin ku “Amerîkaya dagîrker” destêwerdana xirab di karûbarên Iraqê de dike. Sedir Amerîka tometbar dike ku gendelkar birine nav desthilata Iraqê de.

Rêberê Tevgera Sedir dibêje, wan daxwaza hilbijartinên pêşwext kiriye, lê eger ew hilbijartin bi serpereştiya Amerîkayê be, ew bêdeng nemînin û rê nadin Amerîka siwarî pêlên xwepêşandan û nerazîbûnên li Iraqê bibe. 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.