Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekan dane, îro danê sibê artêşa Tirkiyeyê bi tundî cêyê nîştecîh bûna koçer û zomên devera Sîdekan li Şêxzade topbaran kiriye.
Li gor zaniyariyan, top di nava konên koçeran de ketine û tişta ku heta niha hatiye zanîn ewe ku di encama topbaranê de du tirimbîlên welatiyên medenî şewitîne lê hîn jî derbarê ziranên canî yên vê topbaran de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin