Parêzgarê Kerkûkê biryara wêran kirina xaniyên Kurdan der kir

dixwaze Ereb li vê gundê bicîh bike
کوردستان TV
100%

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cebûrî biryarek derbarê xaniyên welatiyên Kurd yên li gundê Qizilyar ya ser bi Kerkûkê der kiriye.

Li gor biryarê parêzgarê Kerkûkê ev xaniyên han vê bi temamî werin rûxandin û wêrankirin.

Şêniyên vê gundê jî ku tevahiya wan Kurdin dilgiraniya xwe ya li hember vê biryara han diyar dikin û daxwaza hilweşandina vê biryarê dikin.

Şêniyên gundê Qizilyar dibêjin armanca parêzgarê Kerkûkê eve daku welatiyên Kurd ji vê gundê der bixe û di şûna wan de welatiyên Ereb bicîh bike.

Weke tê zanîn piştî bûyerên 16 Cotmehê prosesa dubare erebkirinê li Kerkûk û derdorê destpê kiriye û gelek zilm li welatî û şêniyên Kurd hatine kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.