Mesrûr Barzanî li Hewlêrê beşdarî mewlûdê bû

gelek rayedarên din jî amade bûn
کوردستان TV
100%

Îro 09.11.2019ê bi boneya roja ji dayîkbûna pêxemberê Îslamê, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî li Mewlûda li Hewlêrê kir.

Li mizgefta Sewaf a li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, merasîmên mewlûda pêxemberê îslamê bi beşdariya hezaran kes ve birêve çû.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li gel parêzgerê Hewlêrê, cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê û hejmarek wezîran ve beşdarî li merasîma mewlûdê kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.