Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta bîranîna ji dayikbûna Peyxemberê Îslamê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta bîranîna ji dayikbûna Peyxemberê Îslam Muhemed ( silavên xwedê li ser vî bin) gerimtirîn pîrozbayî li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Hêvîdarim xwedê mezin ev bîranîna pîroz bike sedema şadî¸ bextewerî, geşe pêdan bi bihevre jiyana aştiyane û yekrêziya zêdetir di navbera pêkhateyên Kurdistanê , aramî û aştî li Îraq û deverê de.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
8.11.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin