Amerîka: Îran berpirsê aloziyên Îraq û Libnanê ye

dibêje Îran tenê gendelî û fesadê dişîne welatên din
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo ragihand ku berpirsê yekem yê aloziyên Îraq û Libnanê rejîma Îranê ye.

Pempeo li ser twitterê peyamek weşand û têde diyar kir ku berpirsê serekî yê aloziyên Îraq û Libnanê Îran û rejîma Îranê ne, jiber ku tişta Îran dibêje bi navê şoreşê dişîne bo welatên din tenê gendelî û çanda dizîkirin û çê kirina kêşeyane.

Nav hatî eşkere kiriye ku xwepîşandanên niha yên Îraq û Libnanê bo vê yekê ne ku xelkê wan welatan daxwaza welatên xwe dikin û dibêjin lazime Îran dest di karûbarên welatên me de ber nede.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.