Şervanên Hêzên Zerevanên Xabûr a Asûrî, gotin ku yên hina êrişî gundên wan dikin, heman çeteyên DIŞI‘ê ne yên ku di sala 2015`an de, êrişî gundên asuriyan kiribûn.
Artêşa Tirk a agirker û çeteyên wê DIŞI û Cebhet El-Nusra ji 9‘ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di nav de gundên Erem û Asuriyan ên Til Temirê têne topbaran kirin.
Asurî û Ermenên wan gundan, ditirsin ku careke din komkujî li ser wan werin kirin.
Şervan Bort Xoşaba got, piştî herêm ji DIŞI`ê hate rizgarkirin, rewş aram û bi ewle bû, lê êrîşa Tirk her tişt xirab kir û wiha domand: ‘‘Behsa herêma ewle dikin. Çawa dibe xelkên di herêma xwe de aramî û ewlehiyê dijîn derxin û çeteyan li şûna wan bicih bikin û bibêjin ev herêma bi ewle ye, ev pêkenîna di rû de ye.‘‘
Bort Xoşaba got, di destpêkê de artêşa bi navê azad bû, piştre Cebhet El-Nusre û DIŞIê bûn, niha jî artêşa navê "Niştmanî" li dar dike ye, tişta hevbeş di navbera wan de teror e û êrişên li dijî gundên asuriyan û qirkirin e.
Şervan Nohya Dwar jî têkildarê mijarê de got: ‘‘Me jiyaneke bi ewle derbas dikir, lê çeteyan bi êrişên xwe kaos xulixandin.‘‘
Şervanê ji gundê Til Nesriye ya Asûrî ya Til Temirê Sergon Salyom da xuyakirin ku: ‘‘ Yên êrîşî me dikin, ew heman DIŞI`in û yê destekê dide wan jî heman yek e Tikriyê ye.‘‘
Selyon got:‘‘Tenê wan rihên xwe sivik kirine û navên xwe guhertine. Lê em bersiva her êrîşan didin.‘‘
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin