Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya

bo cîhbicîh kirina bernameya hikûmetê vê brîtanya hevkariya Kurdistanê bike
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî kir û li ser pêgeha xwe Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro duşem 4ê meha 11ê di civînek de li gel şanda civata bazirganî ya Îraqî- Brîtanî me giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên bazirganî yên di navbera Brîtanya, herêma Kurdistanê û Îraqê de kir û me tekez li ser vê yekê kir ku amanca herî li pêş ya kabîneya nehan bi rêya pêşde birina karînan û dîtina bazar bo berhemên navxweyî, eve ku herêma Kurdistanê ji civakeke bikar hêner veguhere bo civakek hêlbirêner.

Ji aliyê xwe ve nunera Serokwezîrê Brîtanyayê bo karûbarê bazirganî li el Îraqê Baroness Nicholson amade bûna hikûmeta Brîtanyayê bo hevkarî kirina hikûmeta herêma Kurdistanê bo cîhbicîh kirina karnameya xwe diyar kir.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.