Li Serêkaniyê fitwayeke hovîtî hat derxistin: Qetla Kurdan Helal e

melekî terorîst yê ser bi Tirkiyeyê ev fitwaya han daye
کوردستان TV
100%

 Li mizgefteke bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku artêşa Tirkiye û çekdarên cîhadî yên bi navê SMO ve hatiye dagirkirin, roja îniyê li mizgeftekê ji aliyê îmam ve fitwaya kuştina Kurdan hat derxistin.

Melayê cîhadiyê tundrew bi navê Ebû Îslam El Dêrî di weazên roja îniyê de got, “Qetla Kurdan helal e.”

 Îmamê ku girêdayî çekdarên Ceyşul Wetanî (SMO) ya girêdayî Tirkiyê ye, di weazên xwe yên xutbeya Înê de bi awayekî hovane eşkere got, “Serê Kurdan wekî hûn qurbanan serjê bikin jêkin û wan bikujin.”

Ceyşul Wetenî ango bi navê xwe yê din Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) 4ê Cotmehê li Rihayê di bin serpereştiya Tirkiyê de hatibû avakirin û piştre jî 9ê Cotmehê artêşa Tirkiyê digel wan dest bi êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê kiribû.

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.