Li Eyn Îsayê derbeke dijwar li cîhadiyan ket

10 çekdar û leşkerên Tirkî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Hêzên sûriyeya demokratîk belav kirin ku artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên Tirkiyeyê duhê bi şev êrîşî ser gundên ser bi devera Eyn Îsayê kirine.

Li gor daxuyaniha HSDê, şervanên HSDê jî bersifa êrîşa Tirkiye û cihadiyan dane û êrîş têk birine.

HSDê belav kir ku di encama pevçûnan de herî kêm 10 leşker û cîhadî hatine kuştin û çend tirimbîlên leşkerî jî hatine têkbirin.

HSDê daye zanîn ku piştî şikestê, artêşa Tirkiye û cîhadî ji deverê reviyane.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.