Şervanên HSDê 8 gundên bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji destê çekdarên Sûrî yên alîgirên Tirkiyê derxistin.
Rêxistina çavdêriya mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye û nêzîkî opozîsiyona Sûriyê ye, ragihandiye, şervanên HSDê ji duh de karîne 8 gundên Serê Kaniyê ji destê çekdarên Sûrî yên alîgirên Tirkiyê derxînin.
Li gorî agahiyên wê rêxistinê, li derdora Serê Kaniyê û Til Temirê şerekî giran di navbera şervanên HSDê û hêzên Tirkiyê de heye. HSD dixwaze li derdora Til Temirê pêşde biçe.
Ew gundên ku ji aliyê HSDê ve hatine rizgarkirin, ev in: Dawidiye, Seîd, Rîhane, Swêdiye, Kinbehr, Ebûş, Um Şeîfe û Feyseliye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin