Piştî ku di dema kempîna baykot kirina berhemên Tirkî de keykek bi navê Luppo yaku ji Tirkiyeyê hatibû anîn, derket ku têde cure dermanên zirarmend hene, duhê jî birêveberatiya tendirostiya Dûkanê li ser vê mijarê daxuyaniyek weşand.
Li gor daxuyaniya tendirostiya Dûkanê, duhê tîmên ser bi tendirostiyê karîne di nava marketekê de ev keyka ku têde derman hatine bicîhkirin bibînin û dest deynin ser.
Tendirostiya Dûkanê daxwaza ji Kurdistaniyan kiriye ku bi ti awayî vê keyka han nekirin û li benda encamên lêkolînên pêwîst derbarê cureya wan dermanan bin ku di nava keykê de hatine bicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin