Serok Barzanî: Nabe guhertina destûrê bibe sedema paşvekişîna ji mafên gelê kurd

dibêje sedema tevahiya wan kêşeyan cîhbicîh nekirina destûrê ye
کوردستان TV
100%

Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa Iraqê û aloziyên ku ev çend roj in li wî welatî hene, peyamek belav kir.

Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê Bexşinde û Dilovan,

Li ser rewşa siyasî ya Iraqê û nerazîbûn û xwepêşandana welatiyan, em gelekî nîgeran in ku ev rewş qewimiye. Em di wê baweriyê de ne ku ew tiştên ku niha diqewimin, ne yên îro ne belkî di encama kombûna kambaxiyên 15 salên borî ne. Xelkê gelek êş û jan dîtiye ji ber wê jî mafê wan heye daxwaza mafê xwe bikin û nerazî bin. Divê guh bidin daxwaziyên xelkê, bi tundî û xwîn rijandinê jî arise çareser nabe.

Helbet yek ji pirsgirêkên mezin yên Iraqê, bicîhneanîna Destûrê ye. Eger Destûr mina xwe bicîh hatiba, gelek ji arîşeyên ku niha hene, nedibûn. Sebebeka din ya rewşa niha, qanûna hilbijartinan e. Divê qanûna hilbijartinan were guhertin û li gorî daxwaza rasteqîne û dadperwerane ya hemû pêkhateyan be.

Li ser guhertina Destûrê jî; em di wê baweriyê de ne nabe Destûr bi zorê were guhertin û di heman demê de nabe guhertina Destûrê bibe sebeba paşvekişîna ji pirensîbên demokrasiyê û paşvekişîna ji mafên gelê kurd û pêkhateyên din. Sîstema demokratîk zêdetir di berjewendiya gelê Iraqê de ye ne dîktatorî. Her guhertinek jî lazim e di çarçoveya qanûn û mekanîzmên Destûrî de be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.