Serokê dîwana civata wezîran: Hin alî dixwazin destwerdanî di karê hikûmetê de bikin

dibêje YNK berbijêrên xwe diyar nekiriye
کوردستان TV
100%

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û eşkere kir ku, hin alî dixwazin destwerdanê di karûbarên hikûmetê de bikin.

Serokê Dîwana civata wezîran ya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah wek birsiva berdevkê fermî yê YNKê Letîf Şêx Omer di çend mijaran de daxuyanî da û amaje bi wê yekê kir ku, herçend aliyên siyasî bi gotin daxwaz dikin destwerdan li karê hikûmetê neyê kirin, lê berevajî dirûşmên xwe, dixwazin destwerdanê bikin û fişar bikin û mercan bo karê hikûmetê daynin.

Derbarê tejî kirina peywirên jêr wezîr de jî ragehand: YNKê heta naha namzedên xwe yên ji bo wan peywiran diyar nekiriye, ji ber her çi sedemek be diyar nekirine ku hikûmet jî wan erkdar bike.

Omêd Sebah got: Tê gotin ku hin hemwelatî li ser baweriya xwe ya siyasî hatine girtin, em wek hikûmetê dijî girtina hemwelatiyanin li ser ramana xwe ya siyasî bên girtin û em pêbendin ku nehêlin kes li ser baweriya xwe ya siyasî bê girtin. Di heman demê de eger kesek tometbar be, yan jî binpêkirinek kiribe, bê guman ew kese pêwîste li dijî lêpirsîn û lêkolîn bên kirin û parêzbendiya wî nebe.’’

Derbarê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê jî wisa hatiye behs kirin ku ew nûnertî di vê kabîneyê de hatiye ava kirin û vê derbarê de Omêd Sebah got: ‘’Ev ne rast e. nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ji sala 2006ê ve her hebûye û ew nûner jî bi peywira wezîr hatiye erkdar kirin, lê tenê naha ew peywir ji nû ve hatiye tejî kirin û ew sazî hatiye çalak kirin.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.