Amnesty: Li Tirkiyeyê bi sedan kes hatine girtin

bi sedan kes jiber parve kirinên xwe hatine girtin
کوردستان TV
100%

Saziya lêbûrîna navnetewî yaku bi Amnesty tê nasîn belav kir ku rejîma Erdoganê jiber operasiyona Tirkiye û cîhadiyan ya li dijî Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, zextên gelek mezin li dijberên operasiyonê dike.

Li gor raporta Amnesty bi sedan kes ku li dijî operasiyona Tirkiyeyê bûne, bi fermana Erdogan, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine girtin.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku ev kesên han ji ber gotin û parve kirinên xwe li ser medyaya sosiyal û babetên xwe li ser Rojnameyan û diyar kirina dijatiya xwe ya li hember operasiyonê di xwepîşandanan de, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine girtin.

Di berdewama raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Erdogan ev operasiyona han weke derfetek bo tune kirina opozîsyona navxweyî ya Tirkiyeyê bikar tîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.