Îro Serokwezîrê Kurdistanê di duyem roja serdana xwe ya bo Qeterê de li Doheya Paytext li gel wezîrê derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Alsanî civiya.
Di civînê de her du alî behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlekarî ya deverê, rewşa giştî ya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda û çawetiya dabîn kirina derfetên karî bo hêlbirênerên Qeterî li Kurdistanê de kirin.
Her di heman civînê de her du alî behsa hewldana vekirina Konsulusxaneya Qeterê li Hewlêrê kirin.
Rewşa Sûriyeyê û bûyerên dawî yên li Sûriye û bandora wan li ser rewşa deverê mijareke din ya vê civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin