Hikûmet daxwaza Muqteda Sedir red kir

daxwaza hilbijartinên pêşewxt kiribû
کوردستان TV
100%

Piştî ku Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî kiribû daku biryara hilweşandina parlemen û hikûmetê bide û hilbijartinên pêşwext werinkirin, îro Peyvdarê hikûmetê ragihand ku ev daxwaza Muqteda Sedir hatiye retkirin.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê Seid Hedîsî diyar kir ku niha parlementoya Îraqê heye û bi awayekî çalak kar dike jiber vê yekê li gor destûra bingehîn ya Îraqê nabe biryara hilbijartinên pêşwext were dayîn.

Hedîsî herwiha eşkere kir ku biryara hilbijartinên pêşwext di destê parlementoyê deye ne di destê Serokwezîrê Îraqê de.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.