Amerîka: Du berpirsên DIŞIê di destê me dene

dibêje niha li Amerîkayê ne
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kir ku di çarçoveya operasiyona kuştina xelîfeyê DIŞIê Ebûbekir Bexdadî de, du berpirsên din yên DIŞIê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê de, di operasiyona hevbeş ya Amerîka û hêzên Kurdî de, hevdem li gel kuştina xelîfeyê DIŞIê, du berpirsên din yên DIŞIê li li gel xelîfeyê de bûne, bi zindî ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine girtin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku ev du berpirsên DIŞIê niha li Amerîkayê di bin çavan dene û lêpirsîn ji wan têkirin.

Weke tê zanîn roja şemiyê xelîfeyê DIŞIê li gundeke nêzî sînorê Tirkiyeyê li Îdlibê hatibû kuştin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.