Iraq daxwazeke Franseyê red dike

dibêje emê bi tenê welatiyên Îraqî verdigirin
کوردستان TV
100%

Hefteya derbasbûyî wezîrê derve yê Franseyê serdana Îraqê kiribû û daxwaz ji rayedarên Îraqê kiirbû daku terorîstên DIŞIê yên Fransî yên ku li Sûriyeyê girtîne, verbigire û li dadgehên Îraqê de wan darezîne.

Lêbelê îro peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sehaf ragihand ku Îraq ne mecbûre ku ev daxwaza han ya Franseyê qebûl bike û terorîstên biyanî yên DIŞIê li xwe bigre.

Sehaf herwiha eşkere kir ku Îraq bi tenê terorîstên DIŞIê yên Îraqî verdigire û li gor qanûnên Îraqê wan dadgehî dike.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.