Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku Cîgirê wî Mike Pence û Wezîrê Derve Mike Pompo dê roja Çarşemê serdana Tirkiyê bikin.
Trump li Qesira Sipî da zanîn ku dijî Tirkiyê toleyên tund hatine ragihand û amaje kir ku serdana Pence û Pompeo bo agirbestê ye.
Qesira Sipî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Pence dê roja Çarşemê li Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Pence dê di serdana xwe de diyar bike ku heta agirbest tê ragihandin dê toleyan bidomîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin