Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di dawiya serdana xwe ya bo Siûdiyeyê diyar kir ku rewşa deverê gelek aloze û lazime hewl bo aram kirine rewşa deverê were dayîn.
Ebdulmehdî herwiha eşkere kir ku hêvî dike hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyan bigehêjin encam û rewşa deverê were aramkirin.
Ebdulmehdî duhê serdana Siûdiyeyê kiribû û li gel rayedarên vê welatî civiya bû û li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Îraq û Siûdiyeyê çend rêkeftin îmze kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin