Ruhanî: Lazime şert û merc werin afirandin

dibêje em li gel Amerîkayê danûstandinê nakin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî derbarê civîna muhtemel ya xwe a li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump de got: Em bi ti awayî nacivin û di pêvajoya niha de civîna me ne gengaze.

Ruhanî eşkere kiriye bo ku civîneke wisa pêk were lazime Amerîka şert û mercên pêwîst bi afirîne û lazime dorpêçên li ser Îranê hilweşîne.

Ruhanî di hevpeyîneke xwe de ya li gel kanala Fox News de diyar kiriye ku heta dorpêçên ser Îranê neyên hilweşandin vê Îran li gel Amerîkayê dest bi diyalogê neke.

Derbarê êrîşîn ser kompaniya Aramco ya Siûdiyeyê de jî Ruhanî diyar kiriye ku nivîsandina peyva ya Elî li ser mûşekên ku hatine teqandin nayê vê wateyê ku êrîş ji aliyê Îranê ve pêk hatiye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.