Ji Trump gefa girtiyên DIŞIê yên Rojava: Heke hûn wan nestînin

dibêje emê wan bişînin ser sînorên we
کوردستان TV
100%

 Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civîneke rojnamevanî li dar xist û da xuyakirin, “Min dewleta Xîlafeta DIŞIê hilweşand. Xemgîn im lê yan hûnê wan lixwe bigirin yan jî emê wan bişînin ser sînorên we.”

 Trump behsa girtiyên DIŞIê yên li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) di destê HSDê de girtî ne kir û got: “Niha di destê me de, bi hezaran terorîstên DIŞIê hene. Em ji welatên ku jê hatine re dixwazin, wan bistînin, derxin dadgehan û çi bi wan dikin bila bikin. Lê heta niha wan ev red kir.”

Trump di berdewamê de gef li wan welatên ewropî xwar û wiha pê de çû: “Min dewleta Xîlafetê hilweşand. Xemgîn im lê divê hûn wan li xwe bigirin, yan jî emê bişînin sînorên we. Me xizmeteke mezin li ewropiyan kir. Heke ew vegerandina wan red bikin, muhtemel e em mehkûman bişînin sînorê wan. Dê neçar bibin ku wan ji nû ve desteser bikin.”

PeyamaKurd

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.