Raportora Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrupa (YE) Kati Piri diyar kir ku ger bajarvanê Stenbolê ji kar were dûr xistin ewê encamên wê giran bin.
Piri bi rêya twitterê peyamek weşand û têde diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê bajarvanan ji karên wan dûr dixe û bal kişande ser vê yekê ku wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê dijî bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu gefan dixwe.
Piri got: Ger wî ji kar dûr bixin ewê bo peywendîyên YE û Tirkiyê encamên giran çêke.
Vê diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê berî biryarê divê du caran bifikire.
Bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê meha borî ji alîyê weareta navxweyî ya Tirkiyê ve ji kar hatibûn dûr xistin û li şûna wan qayum hatibûn erkdar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin