Piştî dev ji kar berdana sê generalên artêşa Tirkiyeyê ji pîwerdariya xwe, tê gotin ku vê hijmareke din ya zêde ji general û efserên artêşa Tirkiyeyê dev ji pîwerdariya xwe berdin.
Li ser vê mijarê nivîskarê rojnameya Sozcû Deniz Zeyrek babetek nivîsandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku piraniya general û efserên artêşa Tirkiyeyê ji biryarên civîna dawî ya komîteya bilind ya leşkerî ( YAŞ) dilgiranin û jiber vê yekê xwe amade kirine daku dev ji artêşê û pîwerdariya xwe berdin.
Nivîskar behsa vê yekê kiriye ku di biryarên YAŞê de jêhatîbûn, xizmet û ezmûna general û efseran weke pîvan bo bilind kirina pileyên rayedaran nehatiye hesbandin belku hin pîvan ku ji aliyê desthilata siyasî ve hatine diyarkirin veke bingeh hatine esasgirtin jiber vê çendê general û efserên artêşê dilgiranin û dixwazin dev ji pîwerdariya xwe berdin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin