Piştî ku DYA ji Peymana INFyê vekişiyaye, Vladimir Pûtîn Serokdewletê Rûsyayê jî aşkere kiribû ku ew jî peymanê bidawî dikin. Peyman sala 1987ê di navbera DYA û Rûsyayê de hatibû îmzekirin.
DYAyê Peymana Hêzên Nukleer ên Menzîl Navîn (INF) bidawî kiriye. Peyman di sala 1987ê de hatibû îmzekirin û yek ji wan peymanan dihat qebûlkirin ku Şerê Sar bidawî kiriye.
Vladimir Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê duh (5ê Tebaxê) civînek li gel Konseya Ewlekariyê kiriye û ferman daye Wezareta Berevaniyê û serwîsa istixbaratê da ku egera gavên pêşxistina moşekên nukleerî yên DYAyê bişopînin.
“Heke zanyariyeke biewle were…”
Pûtînî gotiye, “Heke zanyariyeke biewle bikeve destê Rûsyayê da ku DYA pêşxistina sîstema xwe ya moşekên nukleerî temam bike û dest bi veberhênaniyê kiriye, ti alternatîvek din a me namîne ku em jî bi heman awayî û heman moşekan çêbikin.”
Donald Trump, Serokê DYAyê di serê meha Sibatê de îdia kiribû û gotibû, Rûsya wan sîsteman dihewîne ku peymanê binpê dike. Trumpî diyar kiribû ku heke ev neyên tunekirin ew ê di nava şeş mehan de peymanê bidawî bikin.
bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin