Pentagon: Operasiyon vê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê tê bibe

dibêje operasiyona Tirkiyeyê vê berejwendiyên hevbeş nehêle
کوردستان TV
100%

Piştî gefên Serokê Tirkiyeyê yên bo êrîş kirine ser Rojavayê Kurdistanê, Amerîka helwesta xwe ya bi awayekî nerim diyar kiribû, nunerê Amerîkayê bo karûbarê Sûriyeyê gotibû ku Tirkiye nikare li Sûriyeyê xetên sor yên Amerîkayê derbaz bike, herwiha wezareta derve ya Amerîkayê jî gotibû ku operasiyoneke yek alî vê rewşa deverê têk bibe û bibe sedema bihêz bûna DIŞIê.

Lê îro Peyvdarê Pentagonê ( wezareta berevanî ya Amerîkayê) Sean Robertson hewlesta Amerîkayê ya fermî eşkere kir û huşdariyeke gelek tun da Tirkiyeyê.

Sean Robertson got: Operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya bo ser hevpeymanên Amerîkî li Bakûrê Sûriyeyê vê bibe sedema têkçûna têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê û herwiha berejwendiyên hevbeş yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê ji nav bibe.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.