Li gor jêderên ji bajarê Urmiyeyê, hunermendê Kurd yê deverê Peyman Mîrzazade ku ji aliyê dadgeha Îranê bi hinceta vexwarina meşrûb (Ereq û Şerab) û herwiha bêrêzî kirin bi pîroziyên rejîmê hatibû mehkûmkirin, li girtîgeha Urmiyeyê, rastî lêdanê hatiye.
Jêder behsa vê yekê kirin ku dadgeh cezaya lêdana 100 qamiçiyan bo vî hunermendî der kiribû û beriya du rojan li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê ev ceza hatiye cîhcbihkirin û 100 qamcî li vî hunermendî hatine dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin