Wezîrê derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt ragihand ku duhê bi şev hêzên spaha Qodis ya ser bi rejîma Îranê li girava Hormuzê dest daniye ser du keştiyên Brîtanî.
Jeremy Hunt herwiha diyar kir ku Brîtanya ev yek bi ti awayî qebûl nake û lazime rejîma Îranê dem lidest keştiyên me û ev 24 kesên ku têde bûne azad bike.
Hunt di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kiriye ku vê bersifa Brîtanyayê bo Îranê gelek tund û dijwar dibe.
Hunt di berdewamiya axaftinên xwe de aniye ziman ku lazime ewlekariya tevahiya keştiyên ku li vê giravê hatûçû dikin parastî be û nabe derfeteke wisa ji Îranê re were dayîn ku cesaretê bike dest deyne ser keştiyên welatên din.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin