Ursula von der Leyen bû Seroka komîsyona Ewrûpa

ev yekem jine dibe Serokê komîsyonê
کوردستان TV
100%

Ursula von der Leyen, bû seroka jin ya yekem ya komîsyona Ewrûpa.

Leyen di dengdanê de 383 deng sitandin ku bi wê 374 deng hewce bûn.

Di parlmanê de 327 endamên dijî Ursula von der Leyen dengên xwe dan û 22 endam jî bêbiryar man.

Ursula von der Leyen, dê li şûna Serokê berê Jean-Claude Juncker pênc salan kar bike.

Piştî encam eşkere bûn Leyen da zanîn ku karê wê nû destpê dike û ew dê bi awayekî çêker bixebite.

Ursula Von der Leyen berê wezîra berevanî ya Almanyayê bû.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.