Di çaçroveya kûrtir bûna aloziyên heyî yên li Rojhilata Behra Spî de, Yekîtiya Ewrûpayê piştî gef kirinê vê carê jî dest bi amadekarî bo sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê kir.
Beriya niha YE daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû daku kar û çalakiyên xwe yên bo dîtin û derhênana petrol û gazê li Rojhilata Behra Spî rawestîne lêbelê Tirkiye guhê nedabû YEê û xebatên xwe domand.
Hevdem li gel ku welatên deverê ji vê tevgerên Tirkiyeyê dilgiranin, Amerîka jî aciz bûna xwe diyar kiriye û daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye daku dawî bi xebatên xwe bîne.
Îro jî YE bi fermî eşkere kir ku eger Tirkiye xebatên xwe yên li deverê bi dawî neke vê YE dorpêçên gelek tund bi ser Tirkiyeyê de bisepîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin