Trump: Îranê bi dizî Uranyum Pîtandiye û dê siza bên zêdekirin

dibêje vê cezayên gelek dijwar bidin Îranê
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump, roja Çarşemê Îran bi pîtandina Uranyumê tawanbar kir û got Îran bi dizî û bo demek dirêj pîtandina uranyumê encam daye, hişyarî dan ku dê di demek nêzîk de sizayên ser Îranê bên zêde kirin. Trump Îran bi binpêkirina "peymana navokî ya xerab" tawanbar kir.

Di heman demê de rêxistina Netewên Yekgritî civîneke awarte li ser binpêkirina Tehranê yên peymana navokî li dar xist.

Trump di twîteka xwe de ya roja Çarşemê nivîsand "madem Îranê bi dizî Uranyum pîtandiye ev binpêkirina tam ya peymana xerabe, ya ku 150 mîlyar dolarên Amerîkî têçûne ku Wezîrê derve yê berê John Kerry û rêveberîya b erê ya Obama pêkanî bû".

voa

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.