Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyen Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet, Amerîka ser siyaseta dijî koçber û penaberên li sînorê başûr rexne kir.
Ofîsa Bachelet ragihand ku rewşa koçberên li sînor ‘’pir giran’’ e.
Li gor nûçeyeke voayê Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY’ê da zanîn ku li sînor xwarin û xizmetên saxlemîyê tune ne.
Aktîvîstên mafên mirovan û hin endamên Demokrat yên Kongresê jî di hefteyên borî de diyar kiribûn ku rewşa koçberên li sînor ne baş e.
Bachelet da zanîn ku ewlekariya divê ne tenê girtina koçberên neqanûnî be û divê hin xizmetên din jî werin dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin