Artêşa Îraqê dest bi operasiyoneke mezin kir

operasiyon îro destpê kiriye
کوردستان TV
100%

Artêşa Îraqê belav kir ku îro li Rojavayê Îraqê li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de, dest bi operasiyoneke berfire li dijî terorîstên DIŞIê kiriye.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê ev operasiyona han ku yekem merheleya operasiyoneke mezine li dijî DIŞIê di çolên navbera Mûsil, Selahedîn û Enbarê û herwiha li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê destpê kiriye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku heta tevahiya terorîstên DIŞIê yên li wan deveran neyên jinavbirin vê operasiyon bidawî nebe.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.