Heşda şebî dikeve bin rikêfa artêşa Îraqê Seraya Selam jî hat hilweşandin

heşda şebî dikeve bi fermana artêşa Îraqê
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî fermanek der kiriye û li gor fermana han, pêkhateya niha ya çekdarên heşda şebî tê hilweşandin.

Di fermannameyê de hatiye diyarkirin ku lazime pêkhateya niha ya heşda şebî were hilweşandin û lazime ev hêzên han bikevin bi rikêfa artêşê û ji aliyê Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ve werin îdarekirin.

Di beşeke din ya vê fermanê de behsa vê yekê hatiye kirin ku lazime dilsozî û xweşewîstiya çekdarên han weke artêşa Îraqê tenê bo xelkê Îraqê û Îraqê be û nabe ti navend û baregeheke wan hêzan din nava bajar û bajarokan de hebin û lazime tevahiya wan baregeh û navedan bo derveya cêyên sivîlan werin veguhastin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku piştî fermana Serokwezîrê Îraqê, Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir jî ferman kiriye daku hêzên Seraya Selam yên ser bi tevgera Sedir were hilweşandin.

Weke tê zanîn ev demeke Amerîka bo hilweşandin û kontrol kirina çekdarên heşda şebî zextan li Îraqê dike.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.