Aloziyên navbera Tirkiye û Lîbyayê kûrtir dibin

6 welatiyên Tirkiyeyê hatine girtin
کوردستان TV
100%

Piştî ku Spaha Lîbyayê ragihand ku Tirkiye alîkariya cîhadî û terorîstan dike jiber vê yekê ji niha û pêde vê berejwendiyên Tirkiyeyê bikin amanc û sînorên asmanî û yên deryayî yên xwe bo balefir û keştiyên Tirkiyeyê daxist, Tirkiye gefa vê yekê kir ku vê girîngî bi biryara han nede.

Duhê wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê gotibû ku eger êrîşî ser hêz anjî berejwendiyên Tirkiyeyê were kirin vê Tirkiye bersifeke gelek dijwar bide.

Ji aliyeke din ve îro jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirin ku duhê bi şev li Lîbyayê 6 welatiyên Tirkiyeyê li Lîbyayê ji aliyê Spahê ve hatine girtin.

Her îro Cîgirê Erdogan jî diyar kir ku lazime dem û dest ev welatiyên Tirkiyeyê werin azadkirin beruvajî vê encamên vê yekê gelek giran bin.

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.