Temelli: Helwesta me encama hilbijartina Stenbolê diyar kir

dibêje me dengê xwe da Ekrem îmamoglû
کوردستان TV
100%

 Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê encamên hilbijartina Stenbolê de ragihand ku helwesta partiya wan encamên hilbijartinê diyar kiriye.

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî li navenda giştî ya partiya xwe civîneke rojnamevanî saz kir û encama hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nirxand û diyar kir ku hilbijartin bi awayê demokratîk hat kirin.

Temellî destnîşan kir ku ji aliyê siyaseta Tirkiyê ve pêvajoyeke girîng derbas bû, divê êdî bala xwe bidin ser piştî hilbijartinê û pêvajoya pey wê.

Temellî diyar kir ku dengdêrê HDPyî di vê hilbijartinê de înîsiyatîfeke girîng hildan ser xwe û wiha pê da çû: "Ya ku encama hilbijartina Stenbolê eşkere kir helwesta HDPê ye. HDPê siyaseta xwe ya bêalî mihefeze kir û encama hilbijartina Stenbolê vegerande têkoşîna demokrasiyê û bû hêviya hevpar a hemû gelan. Hêviya min ew e ku ev îrade di hemaya pêşiya me de tevkariyeke demokratîk bide rêveberiya bajêr. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku rêveberiyeke bi gel, kedkar, jinan ra têkeve rewacê. Wekî şaredariyên me heman nêrîn têkeve rewacê."

Li gorî encamên teqez yên nefermî namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu dengê 4 milyon û 741 hezar û 868 kesan wergirt. Hejmara dengên namzedên AKPê Binali Yildirim 3 milyon 935 hezar 453 e.

PeyamaKurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.