Iran: Me balefireke Amerîkî xistiye erdê

amerîka jî dibêje Îran vira dike
کوردستان TV
100%

Çapemeniya rejîma Îranê îro pêncşem belav kir ku hêzên berevaniya asmanî yên Îranî karîne balefireke bê pîlot ya Amerîkî yaku sînorên asmanî yên Îranê derbaz kiriye bixin erdê.

Çapemeniya rejîma Îranê eşkere kiriye ku balefir li parêzgeha Hurmuzganê ya li Başûrê Îraqê hatiye xistin.

Li hember de jî Amerîka ev nûçeya han red kir û anî ziman ku ti balefireke Amerîkî sînorên asmanî yên Îranê derbaz nekiriye.

Weke tê zanîn ku aloziyên navbera Amerîka û Îranê her diçe kûrtir dibin û duhê jî Serokê Amerîkayê gotibû ku mimkune êrîşî ser hin navendên steratejîkî yên Îranê bikin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.