Rojnameya Bloomberg News belav kir ku îdareya Trump giftûgo li ser dorpêçên li ser Tirkiyeyê dike.
Li gor Bloombergê îdareya Trump dest bi giftûgo kirin li ser sepandina dorpêçan li ser Tirkiyeyê kiriye û xwe amade dike ku daku dorpêçên dijwar li ser Tirkiyeyê bisepîne.
Bloomberg li ser zarê çend dîplomatên koşka Spî belav kiriye ku îdareya koşka Spî xwe amade kiriye û niha kar li ser sê pakêcan dorpêçê dike.
Li gor nûçeyê, îdareya koşka Spî eşkere kiriye ku eger Tirkiye pergala mûşekiya S400 ji Rûsiyeyê bistîne vê demê Amerîka dorpêç li ser Tirkiyeyê datîne û niha sê pakc bo vê mebestê amadene û kar li ser wan tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin