Çapemeniya Îraqê belav kir ku duhê bi şev bi rokêtên katûşiya êrîşî koşkên Serokatî yên li Mûsilê yên ku niha hêzên Amerîkî têde dimînin hatiye kirin û roketek ji cureya katûşiyayê di nava wan koşkan de ketiye xwarê.
Çapemeniya Îraqê derbarê zirar û ziyanên vê bûyerê de ti zaniyarî belav nekirine.
Herwiha hate gotin ku duhê bi şev li Besreyê jî katûşiyayek di nava kompaniyeke mezin ya petrolê de ketiye xwarê.
Weke tê zanîn pêrê şev jî li Bexdayê bi rokêtên katûşiya êrîşî navenda Tacî yaku hêzên Amerîkî têde dimînin hatibû kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin