Hewldanên Brîtanyan bo derketin ji YE didomin

dibêje emê neçarin ji YE derkevin
کوردستان TV
100%

Piştî dev jikar berdana Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, hewldanên heyî yên bo diyar kirina Serokwezîrê nû bo Brîtanyayê destpê kirin.

Kesên ku tê payîn bibin Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê, jinihave dest bi propagendeyên xwe kirine.

Yek ji wan kesan ku tê payîn mimkune bibe berbijêr bo postê Serokwezîriyê, wezîrê berê yê derve yê vê welatî Borîs Johensone.

Borîs Johenson di gotareke xwe de yaku duhê li Londonê pêşkêş kiriye, behsa vê yekê kiriye ku eger bibe Serokwezîrê Kurdistanê vê heta dawiya Cotmehê Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayî der bixe.

Johenson eşkere kiriye ku paş xistina prosesa derketina Brîtanyayê ji YE vê zirarên mezin bigehîne Brîtanyayê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.