Li Malî 95 kes hatine kuştin

hin alî dibêjin hijmara kuştiyan ji 100 kesan zêdetire
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan yên cîhanî, duhê bi şev li gundeke welatê Malî êrîşek pêk hatiye û di encam de herî kêm 95 kes hatine kuştin.

Jêderên welakarî yên herêma Kundo diyar kirine ku duhê bi şev hijmareke çekdar êrîşî ser gundê Sobane-Kou ya ser bi herêma Kundo kirine û di encama êrîşa han de herî kêm 95 kes hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve tê gotin ku hijmara kuştina ji 100 kesan zêdetire.

Herêma Kundo herêmeke ku têde pêkhateyên etnîkî yên weke Dogon dijîn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.