Serokê Meksîkê Andres Manuel Lopez Obrador li bajarê sînorî Tijuana îro tevlî hezaran piştgirên xwe bû û ji wan re got ku rêkeftina nû ya koçeberiyê li gel Amerîka wê mafê koçberan biparêze û pêwendiyên dostane di navbera Meksîk û Amerîka de bihêle.
Lopez Obrador got wî bê dilê xwe, xwe amade dikir ku ew jî bacên gumrigê bide ser berhemên Amerîkî, eger gotûbêjên li Waşintonê negihiştibana rêkeftinekê.
Wî got: Em rêkeftina girîng a doh pîroz dikin ji ber cku ew dijwar bû, wê rewşeke ne baş bûya ku me jî bac dabana ser berhemên Amerîkî û her wiha danîna heman pîvan û bendên bazirganî.”
Li gor rêkeftinê, Meksîk erê kir ku programekê li seranserî sînorê xwe cîbicî bike ku wê Amerîka koçberan vegerîne wir da ku li benda encama doseyên xwe yên penaberiyê bimînin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin