Pileya gerimê li bajareke Îraqê gehêşte 55 pile

ev yekem care ev pile li Îraqê were tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke navenda keşnasiya Ereb, li bajarê Elî Xerbî li parêzgeha Mîsan ya li Îraqê pileya gerimê asta kelandinê têperandiye û gehêştiye 55.6 pile.

Li gor nûçeya han heta niha berztirîn pile ku hatiye tomarkirin 53 pile bûye ku di sala 2016an de hatiye tomarkirin lêbelê pileya 55.6 ku di rojên derbasbûyî de hatiye tomarkirin, berztirîn pileye li ser asta Îraq û Asyayê.

Weke tê zanîn heta niha li ser asta cîhanê berztirîn pileya gerimê li dola mirinê ya li Amerîkayê ya li nêzî bajarê Greenland bûye ku 56 pile bûye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.