Balefêrên Îranî li cîhanê rastî kêşeyan tên

dibêje jiber dorpêçên Amerîkayê benzînê nadin balefirên Îranî
کوردستان TV
100%

Jiber dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, balefirên Îranî li welatên din yên cîhanê rastî kêşeyan tên û nikarin sûtemenî (benzîn) bo xwe dabîn bikin.

Di vê derbarê de birêveberê karûbarên firokevaniya Îranê Murteza Dêhqan diyar kir ku hikûmeta Îranê dozek li saziya balefirvaniya medenî ya cîhanî a bernas bi ICAO vekiriye û têde behsa vê yekê kiriye ku li hin welatên cîhanê jiber dorpêçên Amerîkayê rê bi balefirên Îranî nayê dayîn daku benzîn bo xwe dabîn bikin, ev  yek jî binpê kirina zagonên navnetewiye lewre lazime ICAO ew kêşeya han çareser bike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.