Li Amerîkayê 12 kes hatin kuştin

karmendê şaredariyê êrîş pêk aniye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan êwara îro bi dema Amerîkayê li bajarê Virginia Beach ya ser bi eyaleta Virginia karmendekê şaredariya deverê, ketiye nava bînaya şaredariyê û gole li ser hevkarên xwe reşandiye.

Li gor çapemeniya Amerîkî di encama êrîşa han de herî kêm 12 karmendên şaredarî hatine kuştin û 4 karmendên din jî birîndar bûne.

Jêderên ewlekarî jî behsa vê yekê kirine ku piştî pevçûneke giran, hêzên ewlekarî karîne êrîşkar bikujin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.