Hêz û eşîrên sune yên Îraqê dibêjin di şerê Amerîkayê yê li dijî Îranê de, ew weke suneyên Îraqê vê piştgîriya Amerîkayê bikin.
Di vê derbarê de Serokê civata yekgirtî ya eşîrên sune yên Ereb yên Îraqê Red Silêman ragihand ku suneyên Îraqê di civînên xwe yên dawî de biryar dane daku li gel hêzên sune yên çekdar di şerê muhtemel yê Amerîkayê a li dijî Îranê, bi ti awayî piştgîriya Îranê nekin û li dijî Îranê li gel Amerîkayê tev bigerin.
Silêman herwiha anî ziman ku xuyaye di demeke nêz de vê Amerîka li Îranê bide lewre em weke eşîrên ereb yên sune hewlesta xwe li ser vê mijarê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin